Siyaseta etnîkî
Mewla Benavî
Guhortinên 30 salên dawî, yên di meydana aborî de bûn, di meydana
siyasî û eskerî de jî xwe didin pêş. Hêjaye mirov hilbijartinên dawî yên
li Tirkiyeyê, weke micadeleya hêzên etnîkî yên Tirkiyeyê bibîne. “Tirk”
û belkî terefên dî yên gav bi gav nêzîkî îdareya dewletê dibin naxazin
nav bikin, lê micadele; di navbera laz, gurcî, abxaz li aliyekê û
mihacirên balkanî li aliyê dî de ye. Fermî yan ne, di demê pêşiya me de
nakokî û tifaqên di navbera van gurubên etnîkî de, dê aşkere bibin û
gurubên etnîkî di aşkeretir di siyasetê de xuya bibin.
Gurubên etnîkî yên li Tirkiyeyê sergirtî ne. Lê wextê em behsa
gurubên etnîkî li Tirkiyeyê dikin, em behsa kurd, laz, gurcî, rom, abxaz,
pomak, pontos, qeleç, ereb, ermenî, sûryanî, cihû, ernewût, boşnak û
çerkezan dikin. Hindek ji van guruban xelkê cih in û hindek jî ji wan
mihacir in. Hindek mihacir berî sedên sal hatine, yan anîne û hindek jî
di van 40-50 salên dawî de anîne. Herçenda navê dewletê ”dewleta tirk”
be jî, gurubeka etnîkî tirk li Tirkiyeyê nîne. Têt îdiakirin ko hindek
yoruk li Tirkiyeyê hene lê jimara wan nayêt zanîn, gurubeka biçûk e û
belkî ji hemî gurubên dî zêdetir di bin zilm û zordariyê de dijîn.
Hesab ew bû ko dê van miletan tev bihelînin û ”miletê tirk” jê çêkin.
Lê wisa nebû. Kurdan qebûl nekir û nehêlan ”miletê tirk” çê be. Encamên
vê rewşê hene û hingî diçe zelaltir dibin.
Gurubên etnîkî yên di îdareya dewletê de xwedî gotin; di serî de
mihacirên balkanî (ernewût, boşnak, mihacirên Bilxaristanê, ko ernewût,
pomak, pontos û rom in), cihû û çerkez bûn. Her çenda wezîr (Turan
Guneş-ê wezîrê karê derve yê tirkan yê salên 1970-yê) û generalê (Dogan
Gureş-ê serokerkanê tirkan yê berê) qeleç hebin jî, ew weke gurubeka
etnîkî di dewletê de xurt nebûn. Belkî mîna yên binyat kurd ew jî
xizmetkarên mihacirên balkanî bûn.
Hakimiyeta gurubên balkanî ya mitleq heta 1980-yê dewam kir. Lê piştê
îdareya eskerî ya eşkere (1980) û bi taybetî hikûmetên Ozalî alternatîf
derketin meydanê. Hakimiyeta mitleq ya mihacirên balkanî lerizî û
derizî, micadeleyeka aşkere û dizî dest pê kir. Mirov dikare bibêje ji
destpêka 1980-yê heta 1998-ê hakimiyeta mitleq ya gurubên Balkanî wek
berê nema lê hêzeka dî ya cihê wan bigire jî peyda nebû. Lê di ”bigre û
berde” ya hêzan de, gurubên kafkasî ji 1980-yê ve xwedî cih û gotin bûn.
Tarîxa xurtbûna gurubên etnîkî yên kafkasî ji salên 70-ê yê ve dewam
dike. Dewleta tirk wî çaxî rê li ber wan vekir û ew jî hêdî hêdî çûn
merkeza aborî ya Tirkiyeyê, Stenbolê. Lê xwe ji welatê xwe temamî qut
nekirin. Gurubên kafkasî di zerfê deh salan de gelek xurt bûn. Çi bi
rêya ticareta narkotîka, karê mafya û çi jî bi girtina îhaleyan ji
dewletê, di deh salan de ev gurub bûn hêzeka aborî. Piştî 1980-yê ev
gurub ber bi siyaset û îdareya dewletê ve çûn û di wextê Ozalî de payeka
giring ji hikûmeta Tirkiyeyê, girtin. Ew jî bu egera hindê ko hêza wan
ya aborî hêj xurtir bibe û paya wan ya ji aboriya Tirkiyeyê mezintir bû.
Mirov dikare bibêje di navbera 1998-ê û 2002-yê de micadeleyeka xurt
di navbera gurubên kafkasî û mihacirên balkanî de pêk hat û îro jî dewam
dike. Ji serketina AKP-ê ya 2002 û 2007-ê û belkî ji wê jî giringtir
guhortinên di meydana siyasî ya Tirkiyeyê diyar dibe ko gurubên kafkasî
xurt bûne û hêdî daxaza îdareya dewletê dikin.
Ev serketina gurubên kafkasî, wek “xelkê cih”, “xelkê anadolu”, yan
jî “xelkî dîndar” têt îfade kirin. Lê ev bêje îfadeya hêz û nakokiyên
esasî nakin. Wek nimûne cardî rê li ber kurdan girtiye, cardî şer,
kuştin û talanbûn ketiye paya kurdan. Necmedîn Erbakan û Konyaya wî di
van salên dawî de ehemiyeta xwe winda kiriye. Hem siyasî û hem aborî
winda kiriye. Edene jî hêdî ne merkezeka aborî ye, Entab bi başûrê
Kurdistanê Entab e. Çend erebên Sêrtê, yan yên Mêrdînê, yan çerkez di
nav AKP-ê de û îhaleyên biçûk yên digirin wan nake hêz. Ew ji hêz
zêdetir, wek berdestiyên hêza xurt kar dikin. Mirov dikare bibêje kurd,
ereb, rom, çerkez, pontos, pomakên di nav AKP-ê de perdeya veşartina
hêza esasî ne. Ew bahaneya “em ji bo dewlet û miletî kar dikin” yan jî
wek ew dibêjin ji bo “dîn, dewlet û miletî kar dikin“ e ye.
Di salên pêşiya me de micadeleya di navber kafkasî û mihacirên
balkanî— jixwe gerek mirov axaftina Kenan Evrenî ko behsa eyaletan
kiribû û gotibû ew dikare di gel Leyla Zanayê rûne jî wek parçeyek, yan
şewqa vê micadeleyê hesab bike— de dê kûr û gur bibe. Her gurubek ji wan
dê bixaze desteka kurdan bigire lê îhtimal heye ko herdu gurub jî
nexazin kurd jî mîna wan rêkxistî û gurubeka hevgirtî be.
Mihacirên balkanî xwe di bin tehdîda gurubên kafkasî de dibînin û
têkçûna xwe di xurtbûna kafkasiyan de dibînin. Mitingên li ser navê
sekularîzmê hatin kirin û xircira têt kirin jî ev e.
Vêca pêwiste nexşeya etnîkî ya Tirkiyeyê ji bo kurdan zelal bibe û
taybetiyên van gurubên etnîkî û hêza wan bêt zanîn.
Di vê navê dê pêwist dibînim bersiva pirseka ko bo min û bawer dikim
bo gelek kesên dî jî bêbersiv bû bidim. Tayyip Erdogan ne miroveke
karîzmatîk, xwedî vizyon e, taybetiyên lîdertiyê pê re nîn in. Ne
miroveke zana ye jî. Min bi xwe gelek caran hizir li ser dikir û min
“lîdertiya” wî fêm nedikir. Lê niho fêm dikim. Aşkere bû ko hêza wî
heye. Hêza wî ne dîndarî, pere û rêxistina AKP-ê ye. Xurtbûna wî û
lîdertiya wî ji hêza wî ya etnîkî têt, ji miletê wî têt. Ew hêze wî dike
lîder, ew hêze wî li ser lingan dihêle.
Berê aşkere bû lê vê hilbijartinê zelaltir kir ko nakokiyên
“îdeolojî” yan dînî bingehek li Tirkiyeyê nîne. Tenê kurd bi “aqiliyên”
mezin ve mijûl in. Xelkên dî li ser esasî etnîkî siyasetê dikin. Lewra
jî miroveke dîndar dikare di partiyeka çep de cih bigire û her wisa
keseke çep jî di partiyeka dîndar de cih digire. Ne ew tenê, heqîqet ew
e ko nakokiya esasî nakokiya millî ye, tiştên dî hîç û pûç in. Lewra jî
pêwiste gelek kar li ser vê meseleyê bêt kirin. Fayde û zerera kurd
dikarin ji vê micadeleya di navbera van guruban de bibînin bêt ders
kirin.
Texmîn dikim, belkî ji uslubê nivîsandinê yan nûyiya babetî, mirovne
hizir bikin ko ez xurtbuna kafkasiyan negatîf hesab dikim. Rastiya wê ew
e ko hizrek û niyeteka min ya wisa nîne. Heta helwesta wan ya li himber
miletê kurd zelal nabe pêwist e mirov ne alîgir be. Micadele û xebata
miletê kurd rê bo wan vekir. Heger micadeleya miletê kurd nebûya tirkan
dê ew helandiban û ji nav biriban. Lê ”siyaseta etnîkî” tişteka pozîtîf
e. Siyaseta etnîkî dê zehmet bike ko tirk yan gurubeka dî wek berê li
ser navê ”dewlet û miletî” şerê kurdan bikin. Ji ber hindê jî gerek
mirov ”siyaseta etnîkî” teşwîq bike û xurt bike.